Misirê plana çêkirina çemekî sûnî bi dirêjahiya 114 kîlometran ragihand. Projeya ku tê texmînkirin 5.25 milyar dolar e, dê ewlehiya xurekê baştir bike û îxracata çandiniyê ya welêt zêde bike.
Projeya neteweyî ya bi navê "Deltaya Nû" niha li Çola Rojava tê avakirin. Armanca sereke ya projeyê berfirehkirina qada zeviyên çandiniyê li Misrê ye. Li gorî Serokomarê Misrê Ebdulfetah Seîd Husên Xelîl Sîsî, projeya Deltaya Nû dê di dîroka Misrê ya nûjen de mezintirîn projeya avakirinê be. Rêya çem dê bi rêya nû ya Rawd El-Ferag-Dabaa re derbas bibe.
Wêne: Asharq Business اقتصاد الشرق